Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî

Helbestvan li bajarê Hesekê û navçeyên wê, salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve bi şevbêrkekê li parka Kawa ya li taxa Mufty bi bîr anîn.

Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
Helbestvanên Hesekê salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê bi bîr anî
21 cotmeh, 2020   18:14
 HESEKÊ

Komîteya Çandî ya navçeya Bakur a bajarê Hesekê bi sponseriya Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê şevbêrkek bi dirûşma “Çand giyan û wijdana gelan û qêrîna wan ji bo çaranûsa wan e”, ji bo bîranîna salvegera yekemîn a dagirkirina Serêkaniyê li dar xist.

Di şevbêrkê de gelek axaftin ji hêla hevserokê Meclisa Navçeya Bakur a bajêr Remadan Fetah û berdevka Komîteya Çand û Hûnerê ya kantona Hesekê Efef Hesekî axivîn.

Axaftvanan destnîşan kir ku ruxmî êrişên dijwar ên li djî herêmê, lê ciwanên wê li ber xwe dan, heta bûn sembola lehengî û berxwedanê.

Her wiha diyar kir ku berxwedana gelên herêmê û lidarxistina çalakiyan dê li pêşiya destwerdana Tirk bibin bendeke asê.

Piştî axaftin bi dawî bûn, helbestvanan, Ferhad Merdê, Stêra Ebdî, Hîbe Îsa, Hozan Kerkendî, Macid Îbrahîm û Yûnis Mihemed helbestên xwe yên girêdayî dagirkirina dewleta Tirk û çeteyên wê ji Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî re ku bûye sedema koçberkirina şêniyan resen û şehîdan xwendin.

Dûvre şevbêrk bi diruşmên silavkirina berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriy, silavkirina şehîdan û şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi dawî bû.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/HRHUHx2OiP0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>