Şandeya Swêdê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket

Îro şandeya Siwêdê ya ku 5 rojan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê maye, vegeriya welatê xwe.

Şandeya Swêdê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê derket
21 cotmeh, 2020   18:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ger û rêzehevpeyvînên bi dema 5 rojan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hevdîtina bi fermandarên siyasî û leşkerî, bi berpirsên Rêveberiya Xweser û nûnerên PYNK’ê, meclis, saziyên sivîl û kampên koçberan re, îşev şandeya Swêdê ji herêmê derket û gihaşt Başûrê Kurdistanê, da ku vegera welatê xwe.

Şemiya borî, şandeya Wezareta Karên Derve ya Swêdê bi rêya dergeha Sêmalkayê re gihaşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande ji serokê şandeyê û nûnerê taybet ê dosyaya Sûriyê li Wezareta Karên Derve ya Swêdê Bear Ornius, berpirsên dosyaya mirovî û alîkariyan a Wezareta Karên Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda Peymangeha Ewropî ya Aştiyê Evîn Çetîn pêk dihat.

(fr)

ANHA