‘Divê ciwanên herêmê ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk amade bin’

Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê piştrast kir ku divê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker amade bin û got “Yên dikarin êrişan rawestînin, ciwan in.”

‘Divê ciwanên herêmê ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk amade bin’
‘Divê ciwanên herêmê ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk amade bin’
‘Divê ciwanên herêmê ji bo bersivdayîna êrişên dagirkeriya Tirk amade bin’
21 cotmeh, 2020   12:46
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên Girkê Legê û endamên Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ji bo şermezarkirina topbarana artêşa Tirk a dagirker ji gundên herêma Berav a girêdayî Dêrikê re ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, meşek li dar xist.

Duh, balafirên bêpîlot ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rêya di navbera gundê Dêrika Berav û Mezrê yên girêdayî herêma Dêrikê de topbaran kirin û 2 sivîl şehîd bûn.

Meş ji qada şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Meşvanan pankartên “Wê axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo  Erdogan û DAIŞ`ê bibe goristan” rakirin.

Meş li naverasta navçeyê veguherî mîtîngê. Endama rêveberiya Yekitiya Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Demhat Tolhildan wiha axivî: “Divê ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, amade bin. Ji ber ku yên dikarin êrişan rawestînin ciwan in. Armanca me têkoşîn û berxwedan e û azadiya gelê me erka me ye.”

Her wiha Demhat Tolhildan topbarana artêşa Tirk a dagirker a duh li dijî erebeyeke sivîlan ku di encamê de 2 sivîl şehîd bûn, şermezar kir.

(cx)

ANHA