Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê xwendekaran meşek li dar xist

Xwendekar û şêniyên Eyn Îsayê li dijî êrişên artêşa Tirk ên li ser navçeyê meşek li dar xist û bang li civaka navneteweyî kir ku sînorekî ji van êrişan re deynin. Di encama êrişên artêşa Tirk de zarokê bi navê Hatim Zêdan şehîd ket.

Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê xwendekaran meşek li dar xist
Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê xwendekaran meşek li dar xist
Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê xwendekaran meşek li dar xist
Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê xwendekaran meşek li dar xist
Li dijî êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê xwendekaran meşek li dar xist
21 cotmeh, 2020   12:26
EYN ÎSA

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Girê Spî ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk ên li dijî Eyn Îsayê meşek organîze kir. Îna derbasbûyî artêşa Tirk a dagirker êrişî navçeya Eyn Îsayê kir û di encamê de zarokê bi navê Hatim Zêdan ê 9 salî şehîd ket.

Bi sedan xwendekar û şêniyên navçeyê li pêşiya Dibistana Şehîd Hetim Zêdan kom bûn û ber bi Çerxerêya Şaredariyê ya li naverasta navçeyê ve çûn. Xwepêşandêran wêneyên şehîd Hatim Zêdan rakirin.

Xwepêşandêran sloganên "Na ji êrişên artêşa Tirk re, bijî berxwedana QSD`ê" berz kirin.

Li Çerxerêya Şaredariyê meş veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî Hemîd El-Ebd axivî û êrişên artêşa Tirk û topbarankirina herêm û gundewarên kantona Girê Spî şermezar kirin. Hemîd El-Ebd got tevî peymanên agirbestê lê dîsa jî artêşa Tirk êriş dike û di encamê de zarokê bi navê Hatim Zêdan gihaşt şehadetê.

Hemîd El-Ebd berxwedana hêzên QSD`ê silav kir û da zanîn ku QSD`ê bersiva êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê da.

Bi navê xwendekarên Dibistana Şehîd Hatim Zêdan, xwendekara bi navê Muntesir El-Şewax axivî û êrişên artêşa Tirk şermezar kirin û wiha axaftina xwe dewam kir: "Di encama êrişên artêşa Tirk de hevalê me şehîd ket û civaka navneteweyî berpirsa van êrişan e. Ji ber dewleta Tirk sivîlan û zarokên bêguneh dike armanc."

Li ser navê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya navçeya Eyn Îsayê jî mamoste Samir Mihemed axivî û got: "Di serî de em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û êrişên artêşa Tirk ên li dijî sivîlan pêk tê, şermezar dikin. Armanca van êrişan tirsandina sivîlan e û di encamê de dewleta Tirk dixwaze sivîl ji malên xwe bar bikin."

Ji roja îna derbasbûyî ve artêşa Tirk a dagirker êrişî Eyn Îsayê dike û duh jî bi topan êrişî taxên bakur û rojavayê navçeyê kir.

Hêzên QSD`ê vê sibê bersiva êrişên artêşa Tirk ên li dijî aliyê rojavayê bakurê navçeyê (derdora gundê Seyda) da.

(eh)

ANHA