Wezîrê karên derve yê Ermenistanê piştî Moskov dê biçe Washingtonê

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê gihaşt paytexta Rûsyayê Moskovê û tê payîn ku roja înê bi wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo re li Washingtonê bicive.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê piştî Moskov dê biçe Washingtonê
21 cotmeh, 2020   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê Anna Nagdalian ragihand ku wezîrê karên derve yê welatê wê Zohrab Mnatsakyan ji bo serdaneke kurt a xebatê gihaşt paytexta Rûsyayê.

Li AFP'ê, Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê ragihand ku wezîr dê roja înê 23'yê Cotmehê bi hempêşiyê xwe yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Mike Pompeo re bicive.

Di heman demê dev Wezareta Karên Derve ya Azerbêcanê de jî da zanîn ku wezîrê wê Gihon Piramov dê roja înê jî li Washingtonê bi Pompeo re bicive.

Ermenistan û Azerbêcan şemiya borî gihaştin agirbesteke nû piştî têkçûna agirbesta yekem a di 10'ê Cotmêhê de bi navbeynkariya Rûsyayê çêbû. Her wiha hewaldanên dewleta Tirk ku agirbestê têk bibin jî, dewam dike.