Serlêdana parêzeran ji bo dîtina rêber Ocalan hate redkirin

Serlêdana parêzeran ku duh ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan pêk anî bûn, hate redkirin.

Serlêdana parêzeran ji bo dîtina rêber Ocalan hate redkirin
21 cotmeh, 2020   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin duh serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, lê serlêdan hate redkirin.

Serdozgeriyê biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 6 mehan ku 2'emîn Ddgeriya Înfazê ya Bûrsayê di 23'ê Îlonê de têkildarî Ocalan û 3 girtiyên li gel wî dabû, kir hincet û serlêdan red kir.