DYA’yê berî hilbijartinan ceza li Îranê ferz kirin

Nûnerê DYA’yê yê dosyayên Îran û Venezuelayê Elliot Abrams ragihand ku welatê wî berî hilbijartinên ku di 3’yê Mijdarê de, cezayên din li ser Îranê ferz kirin.

DYA’yê berî hilbijartinan ceza li Îranê ferz kirin
21 cotmeh, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê taybet bi dosyayên Îran û Venezuelayê Elliot Abrams piştrast kir ku di vê mehê de berî hilbijartinên 3’yê Mijdarê cezayên din hatin ferzkirin û dibe ku piştî hilbijartinan cezayên din werin ferizkirin.

Abrams di hevpeyvînek li gel Şerq El-Ewsat de diyar kir ku heke Joe Biden di hilbijartinan de bi ser bikeve cezayên li ser Îranê dê bimînin, her wiha got hin kes li Îranê difikirin ku ceza dê ji ser wan rabe heke serok Trump di hilbijartinên seroketiyê bi bin bikeve. Abrams destnîşan kir ku ev ramanek şaş e û pêk nayê.