Wezîrê parastinê yê Îsraîlê: Em nahêlin Îran li Colanê bi cih bibe

Di saetên derengiya şevê de Îsraîlê bi moşekan êrişî nuqteyên gundewarên Qinêtirayê ya li başûrê Sûriyê kir û wezîrê parastinê yê Îsraîlê got dê nahêlin Îran li Colanê hêzên xwe bi cih bike.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê: Em nahêlin Îran li Colanê bi cih bibe
21 cotmeh, 2020   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA diyar kir ku di saetên derengiya şevê de Îsraîlê bi moşekan êrişî dibistaneke li gundewarên bakurê Qinêtirayê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku li gundê Huriyê yê li bakurê parêzgeha Qinêtirayê dengê teqîneke mezin hat. SOHR`ê daxuyand ku tê payîn Îsraîlê ev êriş pêk aniye û navenda milîsên Îranê ya li herêmê kiriye armanc.

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Benny Gantz der barê mijarê de axivî û got ku ew ê rê nedin Îranê ku li Colanê bi cih bibe.

(eh)