Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatên xwe zêdetir kirin û ji bo xizmeta şêniyan projeyên girîng pêk tînin.

Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
Şaredariyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe zêde kirin
20 cotmeh, 2020   12:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Projeyên qîrkirin û çêkirina rêyan li seranserê herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyê dewam dikin. Desteya Şaredariyan a Kantona Şehbayê ji bo koçberên Efrînê û şêniyên kantonê gelek xizmet pêşkêş kirin. Her wiha Şaredariya Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê jî dest bi projeya amadekirina stasyona sêyemîn a tasfiyekirina avê kir.

ŞEDADÊ

Da ku pêwîstiya navenda navçeya Şedadê û gundewarên wê ji avê bê peydakirin, Şaredariya Gel a navçeyê bi hevkariya bi Gerînendetiya Giştî ya Avê ya kantona Hesekê re, dest bi amadekirina stasyona tesfiyakirina avê kir ku hêza wê ya berhemdariyê digihêje 30 metrekabikan.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Şedadê Husam El-Tean girêdayî mijarê wiha da zanîn: “Niha bi koordîneya bi Gerînendetiya Giştî ya Avê re, stasyona tesfiyekirina avê ya sêyemîn li navçeyê tê amadekirin. Dê bi vê yekê barê stasyona avê ya Hesekê kêm bibe, nexasim li gel qutkirina ava stasyona Elok a ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve.”

Ji ber tunebûna torên taybet ku avê digihînin malan, av bi rêya sahrîcên taybet ji stasyonên tesfiyakirinê digihêje şêniyan.

PROJEYA QÎRKIRINA RÊYA CERWAN EL-CEZRAT A GUNDEWARÊN DÊRAZORÊ

Di çarçoveya projeyên qîrkirina rêyên Dêrazorê de, Komîteya Xizmetê û Şaredariyên Gel ên girêdayî Meclisa Sivîl rêya gundê Cerwan ku digihîne bajarokê E-Cezrat ê gundewarê rojavayê Dêrazorê, qîr dike.

Endamê rêveberiya Komîteya Xizmetan Ebdulwahid Hemûd diyar kir ku dirêjahiya rê 18 km û firehiya wê jî 7 km ye û dê xebatên wan 20 rojan dewam bikin.

Her wiha destnîşan kir ku dê di demeke nêz de ji bo derxistina kamyon û erebeyên giran ji cihên sivîlan ku dibin sedema qerebalixê û qezayên trafîkê, di navbera bajarokên Mihêmdiyê û El-Hîsan li dirêjahiya 7 km, dest bi projeyeke din bikin.

14 TREKSÊN DIN JI BO ÇÊKIRINA RÊYÊN GUNDEWARÊN ROJHILAT HATIN DIYARKIRIN

Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê bi hevkariya Komîteya Şaredariyan a Meclisa Sivîl a Reqayê, 14 treksên din şand gundewarên rojhilatê Dêrazorê da ku alîkariya xebatên restorekirin û firehkirina rêyan bikin. Ev xebat di çarçoveya hemleya “Dest bi dest em ê welat ava bikin” ku dê 30 rojan dewam bike, pêk tên.

Xebatê traksan li ser sê beşan e û li bajarokê Hecîn, Til El-Ciabî, Şeife, Sûse û Baxoz ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê xebat kirin. Di beşê yekemîn de, dê tiştên li ser rêyan bên rakirin, di beşê duyemîn de dê rê bên rastkirin û di beşê dawî de jî ji bo destpêkirina qîrkirinê dê madeyek li ser rêyan bê belavkirin.

TEVÎ DERFETÊN KÊM JÎ PÊWISTIYÊN ŞÊNIYAN HATIN BICIHANÎN

Hevserokê Desteya Şaredariyan a herêma Efrînê Fayiq Ehmed diyar kir ku di mehên dawîn de ji bo bicihanîna pêwîstiyên şêniyan, xebatên girîng pêşkêş kirine, wekî peydakirina ava vexwarinê, dirêjkirina elektrîkê ji jeneratoran, xebatên paqijiyê, restorekirina rêyan, kontrolkirina nixan li sûkê, berfirehkirina torên kanalîzasyonê û avakirina dibistanan.

Werşeyên şaredariyê jî kamp restore kirin û pêwîstiyên koçberan wekî av, elektrîk û çêkirina torên kanalîzasyonê bi cih anîn.

Serokê Desteya Şaredariyan daxuyand ku zêdetirî 2 hezar û 200 ampêr ji bo bajarokê Kef Naya hatine dayîn. Her wiha elektrîk dirêjî hin bajarok û gundên din kirine, wekî Dêr Cemal.

JI BO RAKIRINA BERMAHIYÊN LI SÛKAN Û KOLANAN HEMLEYEKE HEVBEŞ

Ji bo birêxistinkirina sûk û kolanên bajarokê Hecînê, Şaredariya Gel a Hecînê bi hevkariya Mala Gel û Rêveberiya Trafîkê, kesên ku li gorî pîvanên li kolanan tev nagerin, hişyar kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel a Hecînê Hitêmî El-Lewha destnîşan kir ku ev hemle ji bo berfirehkirina sûk û kolanan gavek e da ku sala bê bên ronîkirin û qîrkirin.

(cx)

ANHA