Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin

Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê Meclisa Sivîl a Reqayê îro şahiyek organîze kir. Şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî bi girseyî tev li şahiyê bûn.

Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin
Bi boneya salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê şahiyek hate lidarxistin
20 cotmeh, 2020   12:12
REQA

Şahî li Hola Tac a li bajarê Reqayê li dar ket. Şêniyên bajêr û gundewaran, endamên meclisên herêmî, nûnerên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, fermandarên Meclisa Leşkerî ya Reqayê, şervanên gazî û rûspiyên êlên Ereb û Kurd tev li şahiyê bûn.

Hol bi wêneyên şehîdan, alên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), alên Meclisa Sivîl a Reqayê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hate xemilandin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endamê Navenda Çand û Hunerê Fîras El-Ehmed axivî û salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê li beşdaran pîroz kir û got: "Roja rizgarkirina ji DAIŞ`ê rojeke dîrokî ye û roja azadiyê li me hilhat."

Her wiha bi navê Meclisa Sivîl a Reqayê endamê Desteya Serokatiyê Hesen Mistefa, Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka meclisê Şemsa Salih, serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan û ji fermandarên QSD`ê fermandar Ebdo Şemalî axivîn.

Axaftvanan salvegera sêyemîn a rizgarkirina bajarê Reqayê û pêşketina li bajêr li ser tevahiya asta çêbûye, pîroz kir. Axaftvanan li ser rola mezin a QSD`ê ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê ji hovanetirîn rêxistinên terorê axivîn.

Piştî bidawîbûna axaftinan, Meclisa Sivîl a Reqayê, sînevîzyoneke girêdayî girîngtirîn xebatên û projeyên meclisê yên 3 salan pêşkêş kir.

Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA