Li Efrînê sûcên li dijî sivîlan didomin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlên Efrînê didomînin.

Li Efrînê sûcên li dijî sivîlan didomin
19 cotmeh, 2020   15:43
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji navçeya Bibilê ya kantona Efrînê ya dagirkirî dane, komeke alîgirên koma çete ya Sultan Murad a girêdayî dewleta Tirk ên ku li gundê Qeregulê hatin bicihkirin, duh li sivîlê bi navê Hisên Beko dan.

Çavkaniyan diyar kirin ji ber pevçûnên di navber kurê Zekeriya û zarokên çeteyan de, li Zekerya dan.

Çavkaniyan gotin ku beriya dagirkirina gund, hejmara niştecihên gund  650 malbat bûn û piştî dagirkirinê bû 70.

Her wiha destnîşan kirin ku îstîxbarata Tirkiyê di 8'ê Cotmehê de ciwanê bi navê Heysem Heyder ji gundê Hemam ê navçeya Cindirês revand. Çarenûsa Heyder hîna ne diyar e. Di 14'ê Cotmehê de jî sivîlê bi navê Welîd Mistefa Dîkê yê ji navçeya Şiyê bi hinceta ku têkiliyên wê Rêveberiya Xweser re hebûn li bajarê Stenbolê revand. Çarenûsa Welîd hîna ne diyar e.