Artêşa Îsraîlê hêzên xwe li ser sînorên Xezayê zêde kirin

Artêşa Îsraîlê ji tirsa ku komên li Xezayê operasyoneke ewlehiyê pêk bînin, hêzên xwe li ser sînorên Xezayê zêde kirin.

Artêşa Îsraîlê hêzên xwe li ser sînorên Xezayê zêde kirin
19 cotmeh, 2020   11:26
XEZA

Li gorî marpela Wala ya Îsraîlê, hêzên mezin ên artêşa Îsraîlê li ser sînorên bi Xezayê re bi cih bûn û artêşa Îsraîlê ji cotkarên Xezayê xwestiye ku nêzî têla sînorê bi Xezayê re nebin.

Têkildarî heman mijarê rojnameya Yediot Aharonot wiha nivisî: "Vê sibehê, arteşa Îsraîlê di çarçoveya pêkhatina bûyerên suîqastkirinê de ji hêla Xezayê ve bendên kontrolê li ser rêya giştî zêde kirin.”

Rojnameya Maariv jî diyar kir ku xebatên çêkirina dîwarê li ser sînorên Xezayê bi awayekî demkî hatin rawestandin. Ev tedbîr piştî hişyariyên ku komên Xezayê plan dikin, li ser herêma sînor bûyerên suîqastê pêk bînin, hatin girtin.