El-Eclan: Boykotkirina kel û pelên dewleta Tirk helwesteke exlaqî ye

Serokê Meclisa Odeyên Bazirganiyê ya Erebistana Siûdî diyar kir ku hemleya boykotkirina kel û pelên dewleta Tirk helwesteke exlaqî ye û divê Siûdî dan û standina xwe bi dewleta Tirk re qut bike.

El-Eclan: Boykotkirina kel û pelên dewleta Tirk helwesteke exlaqî ye
19 cotmeh, 2020   11:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Odeyên Bazirganiyê ya Erebistana Siûdî Eclan El-Eclan got: “Boykotkirina kel û pelên dewleta Tirk erkeke exlaqî ye.”

Eclan El-Eclan wiha domand: “Ez ê çawa li welatekî ku dijminahiya me dike, milyaran pere lê îstismar bikim?”

El-Eclan ji ‘Independent Arabia’ re destnîşan kir ku wî hemû têkiliyên xwe yên bazirganiyê bi dewleta Tirk re qut kiriye û piştrast kir ku ew di helwesta xwe de bi israr e.

Her wiha El-Eclan diyar kir ku hemleya boykotkirinê wekî bersivdayîna siyaseta dijminahî ya hikumeta Tirkiyê ye.

Serokê Odeyên Bazirganiyê ya Siûdiyê bal kişand ser alternatîfên kirîna kel û pelên dewleta Tirk û wiha gotina xwe dewam kir: "Gelek alternatîf hene. Jixwe kel û pelên dewleta Tirk di aliyê kalîte û buhayê de ne zêde baş in.”

(eh)