​​​​​​​Her du aliyên şerê Lîbyayê li Cinêvê dicivin

Piştî du hefteyan ji civîna li Misirê, îro li Cinêvê toreke nû ya dan û standinên di navbera her du aliyên şerê Lîbyayê de, dest pê dike. Ev dan û standin bi armanca gihîştina çareseriyeke giştî ji bo bidawîkirina şerê li welêt, pêk tên.

​​​​​​​Her du aliyên şerê Lîbyayê li Cinêvê dicivin
19 cotmeh, 2020   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya navneteweyî ji bo Lîbyayê bi daxuyaniyeke berê ragihandibû ku dan û standinên şandeyên artêşa Lîbyayê û hikuemta Wîfaqê, dê li encamên civîna ku di 28 heta 30`ê Îlona borî de li Xerdeqa hatiye lidarxistin, nîqaş bikin.

Xalên sereke ku di civîna Xerdeqayê de li ser hatibû lihevkirin ev in; lezkirina lidarxistina civînên komîteya leşkerî ya hevbeş, serbestberdana hemû girtiyan û girtine tedbîrên pêwîst ji bo peyvguhertina giritiyên di operasyonên leşkerî de hatine girtin ku divê beriya bidawîbûna Mijdara bê pê were.

Lê belê, çavkaniyên leşkerî yên artêşa Lîbyayê ji tora Erebiyê re eşkere kir ku dê di civîna Cinêvê de, pêkanîna agirbestê di navbera her du aliyan de, danîna planeke hevbeş ji bo jihevxistina komên çekdar li seranserê welêt, lihevkirina li ser herêmên Sirte û Cefra û hiştina wan wekî herêmên bê çek û rûberên bi ewle, bên nîqaşkirin.

Her wiha doza mezin a derxistina çeteyan û hêzên biyanî yên li Lîbyayê ku di civînên berê de lihevkirin li ser nehatibû kirin, dê were nîqaşkirin. Nexasim ku ev şertê sereke yê artêşê ye da ku bigêjin rêkeftineke ewlehiyê ya giştî.

(cx)