Ermenên Hesekê armancên destwerdana Tirkiyê ya li şerê Qerebaxê eşkere kirin

Pêkhateyên Ermen û Asûr ên kantona Hesekê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker bi şandina çeteyan ji bo Azerbeycanê dixwaze komkujiyên ku berê pêk anîbûn dubare bike û wiha gotin: “Em aştîxwaz in û em şer naxwazin.”

Ermenên Hesekê armancên destwerdana Tirkiyê ya li şerê Qerebaxê eşkere kirin
19 cotmeh, 2020   01:35
HESEKÊ- BASIL REŞÎD

Feraseta partiya AKP`ê ya bi serokatiya Erdogan wekî şaxên din ên îslama desthilatdar û siaysî ye, ola îslamî wekî rêbazeke derxistina şerê di navbera welat, pêkhate û gelên Rojhilata Navîn de bi kar tîne. Bi vê yekê dixwaze hebûna xwe li ser desthilatê mayînde bike û ola îslamî li gorî berjewendiyên xwe bi kar bîne.

Erdogan wekî ku destwerdan li şerê Sûriyê kir û gelekê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir û herî dawî dest li şerê Lîbyayê werda, arêtşa xwe û çeteyên xwe beşdarî şerên hemû dewletan dike.

Eemenistanê di 27`ê Îlona derbasbûyî de ragihand ku Azerbeycanê dest bi êrişên li ser herêma Qerebaxê kiriye. Dewleta Tirk li pêş çavên cîhanê çeteyên xwe şandin Azerbeycanê û bi wê yekê xwest komkujî û kiryarên Osmaniyan li dijî ermen û pêkhateyên din ên Rojhilata Navîn dewam bike.

Ermen û asûrên kantona Hesekê li hemberî destwerdana Tirkiyê ya li welatên din û bi taybetî di êrişên li dijî Ermenistanê de, acizbûna xwe nîşan dan û piştrast kirin ku dagirkeriya Tirk dixwaze komkujiyên berê yên der heqê ermenan dubare bike.

 ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermeniyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Arîf Nêrsîs êriş û sûcên Azerbeycan û dewleta Tirk ên li djiî gelê Ermen û pêkhateyên din ên Rojhilata Navîn, şermezar kirin.

Nêrsîs daxuyand ku ew naxwazin komkujiyên berê dubare bibin û got: “Em aştiyê dixwazin û em şer naxwazin.”

Endamê Meclisa Ermeniyan a li Hesekê Eytan Teteryan got ku dewleta Tirk a dagirker ji bo kêmneteweyan û tevahiya kesên ji bo siyaseta xwe xetere dibîne têk bibe, ji wan Kurd û Ermen.

Eytan Teteryan di berdewamiya axaftina xwe de got ku divê dewletên heyî sînorekî ji sûcên artêşa Tirk li dijî gel û pêkhateyên li Rojhilata Navîn dijîn, deynin.

Her wiha Seroka Meclisê Gelê Asûrî ya Hesekê Ilyas Enter Ilyas jî axivî û bi lêv kir ku dîroka qirêj xwe dubare dike, Tirkiye beriya niha li dijî gelên Ermen, Asûr, Suryan û êzidiyan komkujî pêk anî û îro jî neviyê Osmaniyan Erdogan jî li dijî gelên navborî û ereban jî heman sûcan pêk tîne.

ꞌJI QETILKIRIN Û WÊRANKIRINÊ RE NE BES E?ꞌ

Ilyas diyar kir ku artêşa Tirk dixwaze heman siyaseta Osmaniyan dubare bike, lê gelên herêmê pêk ve li dijî hegemoniya Tirkiye ye û di çeperekê de li ber xwe didin.

Ilyas ev pirs kir:" Ma gelo Erdogan ji qetilkirin û wêrankirinan têr nebû, sûcên li Sûriyê, Lîbyayê û Iraqê pêk anî û niha jî berê xwe daye Ermenistanê, ma gelo dixwaze gelê Eremen qir bike?"

Ilyas di dawiya axaftina xwe de bang rawestandina sûcên dewleta Tirk pêk tîne, kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/3YD6v6Eo5LE" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>