​​​​​​​`Armanca pêngava me rawestandina dagirkerî û qirkirina jinan e`

Seroka Weqa Jîn a Jinan got: "Ji ber zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker welatên li herêmên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê û êrişên wê yên li ser jinan, bi tevlêbûna jinan ji 7 welatan me pêngavek daye destpêkirin."

​​​​​​​`Armanca pêngava me rawestandina dagirkerî û qirkirina jinan e`
19 cotmeh, 2020   00:24
NAVENDA NÛÇEYAN-SOZDAR WEQAS

Di 12`ê Cotmehê de nûnerên rêxistinên jinan ên li Rojhilata Navîn bi armanca belgekirina sûcên li dijî pergalan, nexasim dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan pêgavek bi dirûşma "Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan ji bo ewlehiyê û aştiyê" dan destpêkirin

Ji bo naskirina pêngavê û armancên wê, seroka Weqfa Jîn a Jinan a li Beyrûtê Buşra Elî bersiva pirsên ANHA`yê dan.

FIKRÊ VÊ PÊNGAVÊ JI KU DERÊ HAT Û SEDEMA DESTPÊKIRINA WÊ ÇI YE?

Tevî cîhan dizane ku herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê gelek tev li hev bûye. Piştî ku hêzên kapîtalîst ên mezin mudexeleya serhildanên gel ên ku di dawiya 10 salên yekemîn ên vê serdemê de kirin, piraniya serhildanan berovajî kirin û kirasê leşkerê lê kir. Piştre çawisandin û derî li pêşiya komên tundrew û radîkal vekirin da ku di axa pîroz de tevlihevî çêbikin. Di encamê de, hinek serok hatin kuştin û hinek din jî ji pergalê hatin dûrxistin. Hinek jî bi dildarî ji kursiyê desthilatê daketin. Lê hîna hinek din bi wê kursiyê girtine heta ku welat bê gel bimîne.

Di dirêjahiya salên şerên bê ser û ber de, jin û zarok qurbana yekemîn ên van nakokiyan bû, koçber bûn, hatin tecawîzkirin, bê kar man, bi temenê biçûk hatin zewicandin. Lîsteya sûcên li dijî hişmendî, çanda, ziman jinan û giyana wê ya civak dirêj dibe.

Dewleta Tirk a dagirker li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê nakokî derxistin û di radeya yekemîn de bi awayekî plankirî jin kirinhedef ku digihêje asta qirkirinê. Di nav me de komele û rêxistinên jinan ên gelek welatn nîqaş çêbû. Di dawiyê de me civînek bi rêbaza online li dar xist, me dirûşmek ji vê însiyatîfê re diyar kir û xeta wê xêz kir.

GIRÎNGIYA NÎQAŞÊN DI CIVÎNA WÊ DE ÇI BÛ KU DI ENCAMÊ DE EV PÊNGAV HATE DESTPÊKIRIN?

Di vê civînê de nêrînên komele û kesayetên jinan ên ku tev lê bûne hatin parvekirin. Hîmana hevbeş a yekemîn ew e ku tevahiya rêxistinan li hev kirin ku ji ber mudexeleya artêşa Tirk a dagirker a yekser di Kurdistana Tirkiyê, Sûriyê, Lîbye de û di kar û barên welatên Iraq, Lubnan, Tunis û Misirê de di radeya yekemîn de jin hate hedefgirtin. Mudexeyên dewleta Tirk asta nakokiyên taîfî kûrttir dikin. Ev jî asta aloziyan li Lubnan û Iraqê weke mînak girêktir dike.

Beşdarên civînê, xeteriya Islama siyasî destnîşan kir û diyar kir ku hinek dewletên herêmî wê weke mask bi kar tînin da ku berjewendiyên xwe pêk bînin. Çi weke kevana Sunîî yan jî kevana Şiî be. Ev yek bi êrkirina hêzên navneteweyî yên mezin rû dide. Jinan girîngiya vê mijarê û lidarxisitna pêngavên hişyariyê ji jinan re bi giştî piştrast kir.

Her wiha piraniya beşdarên civînê pêwîstiya tevgera komeleyên jinan li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bi şêwazekê ku sînor û neteweyan derbas dike, pişrast kir. Da ku karibin weke armanceke giştî dagirkeriyê rawestînin û tune bikin. Weke armanceke sereke rê li pêşiya qirkirina sîstematîk a li dijî jinan bigirin. Hinek jinan bal kişandin ser rola hêzên navneteweyî û saziyên qanûnî yên navneteweyî yên têkildar ku cesaretê didin dewleta Tirk ji bo ku van sûcên xwe pêk bîne, çi bi bêdengî yan jî rê li pêşiya wê vekin da ku mudexeleyî dewletan bike û ji bo pêkanîna armancên hêzên kapîtalîst ên ku tenê li qezencê û desteserkirina jêderên enerjiyê difikirin tevliheviyê belav dike.

SAZIYÊN KU ÎNSIYATÎF ÎMZE KIRINE KÎ NE Û JI KIJAN WELATAN E?

Niha rêxistinên jinan ji 7 welatan tev li însiyatîfê bûne: ji Tirkiyê, Sûriyê, Lîbye, Lubnan, Iraq, Tunis û Misirê. Kesayetên ku tev li însiyatîfê bûne, endamên rêxistinên jinan in.

Em dikarin navên hinek komeleyên ku tev li însiyatîfê bûne bi bîr bixim:

Ji Tirkiyê: Tevgera Jina Azad (TJA)

Ji Sûriyê: Kongreya Star, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Yekitiya Jinên Suryan.

Ji Iraqê: Komeleya Jinan a Iraqê, Baska Jinan a Partiya Zehmetkêşanî ya Kurdistanê

Ji Lubnanê: Komîteya Jinan a Partiya Henşak û Weqfa Jîn a Jinan

Ji Misirê: Komeleya Jinan a Nû a Misirê.

PIŞTÎ RAGIHANDINA ÎSNIYATÎFÊ ÇALAKÎ Û BERNAMEYÊN WÊ YÊN PÊŞEROJÊ ÇI NE? ÇAWA Û KENGÎ HÛN Ê DESTPÊ BIKIN?

Ruxmî ku nîqaşên civîna yekemîn li ser asta çalakî û plansaziyê dewlemend bûn çi bi awayekî hevbeş an jî li asta herêmekê yan jî welatekê, lê dîsa jî dem hîna zû ye mirov behsê bike. Divê destpêkê demek ji komleyan û kesayetên jina ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê çalakin re bê diyarkirin da ku însiyatîfê nas bikin.

Niha karê herî girîng, ew e ku însiyatîfê li ser asteke fireh çi herêmî yan jî navneteweyî bê naskirin. Piştre derî ji komele û kesayetên jinan ên din re yên ku dixwazin tev li însiyatîfê bibin, were vekirin. Li gel wê jî dê plansazî û çalakiyên ku dê lidar kevin, di cih û dema wê ya guncew de were eşkerekirin.

DI DAXUYANIYÊ DE BEHSA BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN Û EŞKEREKIRINA WAN JI RAYA GIŞTÎ RE TÊ KIRIN. HÛN VÊ XEBATÊ BIMEŞÎNIN Û HÛNÊ BELGEYAN JI KIJAN ALIYAN RE PÊŞKÊŞ BIKIN?

Rast e, beşdarên civînê girîngî û pêwîstiya belgekirina tevahiya sûcên ku dewleta Tirk li dijî jinan kirine û ji raya giştî re werin eşkerekirin, piştrast kirin. Da ku rastiyê nas bikin û rê li pêşiya berovajîkirina rastiyan were girtin. Armanc ji vê yekê zexteke çalak li ser raya giştî were kirin, da ku azarên jinan û welêt bi dawî bibin.

Ev belgeyên ku piraniya wan ji hêla aliyên herêmê ve ji welatên têkildar werin girtin, dê ji sazî û aliyên navneteweyî yên têkildar re werin pêşkêşkirin da ku ji bêdengiya xwe derkevin. Her wiha da ku bi rola xwe rabe, artêşa Tirk a dagirker rawestîne û sûcdarên qirkirina civakan û berbelavkirina wê bi rêya qirkirina jinan muhesebe bikin.

GELO RAGIHANDINA ÎNSIYATÎFÊ DI 12`Ê COTMEHÊ DE BI ZANABÛN BÛ YAN JÎ TESADUF BÛ?

Me bi zanabûn ev roja pejirand. Ji ber ku salvegera yekemîn a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef e. Cîhan hemû navê wê nas kir, piştî ku ji hêla komên çeteyên ku banga Islama radîkal dikin ve yên girêdayî dewleta Tirk hate kuştin. Bi ragihandina însiyatîfê di vê dîrokê de em dixwazin helwesta xwe ya cidî ji mijara îslama radîkal û mijara dagirkeriyê û qirkirina jinan nîşan bidin.

(şx)

ANHA