‘Peymana girêdayî Şengalê bi fermana dewleta Tirk e’

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirin ku ew peymana girêdayî Şengalê ya di navbera Bexdayê û hikumeta Herêma Kurdistanê de, bi tu awayî qebûl nakin, ji ber ku bêyî îradeya gelê herêmê hatiye îmzekirin. Her wiha destnîşan kirin ku peyman bi fermana dewleta Tirk pêk hatiye.

‘Peymana girêdayî Şengalê bi fermana dewleta Tirk e’
19 cotmeh, 2020   03:45
QAMIŞLO- SOLÎN EHMÊ

9`ê Cotmehê hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê ragihandin ku wan ji bo birêvebirina Şengalê “Peymaneke dîrokî” îmze kiriye. Bêyî ku nêrîna gelê Şengalê di ber çav re bê girtin, ev peyman pêk hat, ku gelê êzidî ji ber vekişîna hêzên her du hikumetan bi komkujî û binpêkirinên çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû mabûn.

Endamê Meclisa Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê Ziyad Rustem diyar kir ku êzidiyên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2014`an de heman azarên êzidiyên Şengalê kişandin û wiha got: “Peymana dawî ya di navbera hikumeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de ya girêdayî Şengalê, bi ti awayî nayê qebûlkirin. Ji ber ku nêrînên êzidiyên ku peyman li ser birêvebirina kar û barên wan hatiye îmzekirin, nehat girtin.”

Ziyad Rustem destnîşan kir ku aliyên peyman îmze kirine, wekî gelê Şengalê azar nekişandin û wiha domand: “Civaka êzidî ti carî vê biryarê qebûl nake. Ji ber ku biryarên girêdayî Şengalê, nexasim piştî fermana dawî, divê bi nêrîna êzidiyên Şengalê bên girtin.”

 ‘DIVÊ GELÊ ME YÊ ŞENGALÊ YEKRÊZIYA XWE AVA BIKE’

Ziyad Rustem da zanîn ku peyman bi fermana dewleta Tirk pêk hatiye û ji hikumeta Başûrê Kurdistanê hêvî kir ku biryarên rast bide, nexasim biryarên girêdayî gelekî kevnar ê li xaka Kurdistanê û xwediyên kevintirîn olên li ser erdê û wiha dewam kir: “Ji lewra, divê rêz ji taybetmendiyên wan re bê girtin. Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê bi siyasetên xwe dijberiya gelên herêmê neke û bi pey siaysetên Tirkiyê nekeve.”

Rustem bang li şêniyên Şengalê jî kir yekrêziya xwe ava bikin û çi dibe bila bibe dev ji xaka xwe bernedin, her wiha banga vegerandina koçberên li kampên Başûrê Kurdistanê ji bo herêmên xwe kir û wiha domand: “Divê xelkê me yê Şengalê ji bo parastina Şengalê refên xwe bike yek, hêzeke parastinê ya xurt ava bike û rê li destwerdanan dewlet û hêzên din di kar û barên de bigire.”

Endamê Mala Êzdiyan Silêman Hemo wiha got fermana sala 2014`an destpêka qonaxeke nû bû û şêniyên Şengalê rêveberiyên xwe yên xweser ava kirin. Her wiha diyar kir ku divê şêniyên Şengalê beşdarî biryarên têkildarî wan tên girtin, bibin û peymana dawî ya di navbera hikuemta Iraqê û Herêma Kurdistanê de xizmeta gelê Şengalê nake û wiha got: “Wekî  êzidî em dixwazin xwe bi xwe bi rêve bibin û kes destwerdana kar û barê me neke.”

Hemo bang li êzidiyan kir ku refên xwe bikin yek da ku peymana dawî ya li ser Şengalê rawestînin û dengê xwe bigihînin civaka navneteweyî.

 ‘LIHEVKIRINA BEXDA Û HEWLÊRÊ LI DIJÎ ÎRADEYA ŞENGALIYAN E'

Endamê Meclisa Serokatiyê ya Yekitiya Êzidiyên Sûriyê Ilyas Seydo jî da zanîn ku piştî êrişên çeteyên DAIŞ`ê, êzidiyan xwe bi rêxistin kir û sazî û hêzên taybet ji bo parastina herêmên xwe ava kirin. Her wiha destnîşan kir ku peymana dawî ya di navbera Bexda û Hewlêrê de li dijî îradeya şengaliyan e û wiha got: “Ji ber ku nêrîna sazî û hêzên Şengalê di ber çav re nehatin girtin.”

Seydo destnîşan kir ku di dema êrişên çeteyên DAIŞ`ê li dijî şengaliyan de, hêzên hikumetên Iraqê û Herêma Kurdistanê tiştek nekirin û tu alîkarî pêşkêş nekirin û wiha lê zêde kir: “Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, Şengal parastin. Bi vê peymanê armanc dikin ku Şengalê vegerînin beriya 2014`an. Êzidî van biryaran qebûl nake.”

(cx)

ANHA