Pompeo: Kesên qedexeya çekan a li ser Îranê bin pê bike dê were cezakirin 

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo gefa cezayan li her kesê çekan bişîne Îranê yan jî jê bigire xwar û got, qedexeya navneteweyî ya şandina çekan ji Îranê re hê di pratîkê de ye.

Pompeo: Kesên qedexeya çekan a li ser Îranê bin pê bike dê were cezakirin 
18 cotmeh, 2020   18:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Pompeo da zanîn ku li gorî Washingtonê tevah cezayên navneteweyî yên li dijî Tehranê ji nû ve ketin piratîkê. Ew jî ji 19’ê Îlonê de pêk tê. Jê jî qedexeya şandina çekan e. Pompeo got şandina çekan ji Îranê re li gorî biryara Konseya Ewlehiya Navneteweyî ya bi jimareya 1929’an binpêkirin e. Dê her kesê çekan an jî alava girêdayî wê ji komara Îslamê ya Îranê wergire, li gorî biryara Konseya Ewlehiya Navneteweyî ya bi jimareya 1747’an jî binpêkirin e.

Pompeo eşkere kir ku DYA’yê israr e ku desthilatiya xwe ya herêmî di cezakirina çi kesayet an jî blokan de ku alîkariya madî ya Îranê ji bo çekan bike, ceza bike. Her wiha dê her kesê perwerde yan jî piştevaniya madî yan jî xizmetguzarî yan jî çi cureyek dîtir ji Tehranê re di vî warî de pêşkêş bike, ceza bike.

Pompeo destnîşan kir ku divê tevahî dewletên aştî û aramiya Rojhilata Navîn dixwazin û şerê terorê dikin biçekirina Îranê qedexe bikin. Her wiha şandina çekan ji Îranê dê bi xwe re nakokiyên herêmî pêk bîne û çekên xetere dê bikevin destê rêxistinên terorîst û dê xeteriya li ser ewlehiya Îsraîlê û dewletên aştîxwaz zêde bike.

Piştî binketina DYA’yê di îqnakirina endamên Konseya Ewlehiyê de ya qedexeya şandina çekan ji Îranê re, Îranê ragihand ku dema qedexeya şandina çekan bi dawî bûye.

(fr)