Artêşa Lîbya: Dewleta Tirk çareseriya siyasî naxwaze

Gerînendeyê Rêveberiya Tewcîh El-Manewî ya artêşa Lîbyayê lîwa Xalid Mehcûb piştrast kir ku dewleta Tirk tu çareyeke siyasî li Lîbyayê naxwaze, xeta asîmanî ya di navbera balafirgehên wê û balafirgehên li rojavayê Lîbyayê de ji bo veguhestina çek, çete û efserên Tirk nîşaneya vê yekê ye.

Artêşa Lîbya: Dewleta Tirk çareseriya siyasî naxwaze
18 cotmeh, 2020   17:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Li asîmana rojavayê Lîbyayê tevgera xurt a balafirên leşkerî yên ji Tirkiyê tên heye. Li gorî malperên têkildarî şopandina tevgera balafiran , 2 balafirên Tirkiyê ji baregeha asîmanî ya rojavayê Lîbyayê rabûn û yek ji wan ber bi Misratayê ve çû.

Xalid Mehcûb texmîn kir ku di van balafiran de çek, cebilxane, alavên leşkerî û serbazên Tirk ên ku tên Lîbyayê hene. Mehcûb destnîşan kir ku ev nîşane ye ku dewleta Tirk berovajî rewşa siyasî ya heyî tev digere û li dijî diyalogên niha bi hewdana agirbest û gihandina çareseriya siyasî ya giştî pêk tên, dixebite.

Mehcûb ji Tora Al-Arabiya re wiha got: "Tu stratejiyeke zelal û sapit ji dewleta Tirk re di van rojan de li Lîbyayê nîn e. Ji ber ku rêxistina Îxwan rewşa li Lîbyayê bi rê ve dibe, ew jî siyaseta lîstok û lîstina bi berjewendiyan pêk tîne.  Da ku berjewendiyên koma Îxwan pêk bîne û ne yên dewlet û gelê Lîbyayê. Her kesê rewşê dişopîne dê dîmen jê re diyar bibe ku daxuyaniyên dewleta Tirk ên piştevaniya diyalog û çareseriya siyasî, tenê gotin in û nakevin xizmeta pratîkê."

(fr)