Mîhrîcana Amara bi dawî bû

Çalakiyên Mîhrîcana Amara ya çand, wêje, huner û werzîş bi xelatkirina komên beşdar bi dawî bûn.

Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
Mîhrîcana Amara bi dawî bû
18 cotmeh, 2020   14:12
ŞEHBA

Çalakiyên mîhrîcana Amara di 16’ê vê mehê de dest pê kirin. Mîrhîcan bi diruşma "mûzaîka çandî dewlemend, veguhêr û xweşikbûn e" 3 rojan dewam kir, di roja dawî de xelata hatin belavkirin.

Çalakiyên huner û wêjeyî yên mîhrîcanê li ser dikeya Çiyayê Kurmênc a navenda Tevgera Çand û Hunerê ya navçeya Ehdas a kantona Şehbayê li dar ketin.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa kantona Şehbayê Cuma Kalo îşaret bi girîngiya mîhrîcanê kir û diyar kir ku lidarxistina mîna van mîhrîcanan rêbaza yekane ya parastin û pêşxistina mîras û çandê ye.

Endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Rebîa Weqas, spasiya hemû kesên ku di lidarxistina mîhrîcanê de ked dan, kir.

Endama Meclisa Yekitiya Jinan a Azad a kantona Şehbayê Sebah Nasir got, mîhrîcan ji bo geşkirina çand û mîrasê ye û parastina pirrengiya wê ye şanseke.

Pişît axaftinan, Koma Şehîd Xebat û Koma Awazên Şehbayê stranên folklorî yên kurdî pêşkêş kirin, her wiha Koma Şehîd Dilşêr Kefer Nasih a dîlana folklorî dîlanên mîrasa Ereb pêşkêş kirin.

Her wiha Koma Şehîda Axîn Welat a taybet bi jinên ciwan dîlanên folklorî yên kurdî pêşkêş kirin.

Di dawiya çalakiyên , şanoya bi sernavê "Em ê teqez bi ser kevin" hat pêşandan. Mijara şanoyê li ser bandora zewicandina zarokan li civak û malbatê ye.

Çalakiyên mîhrîcana Amara bi xelatkirina komên beşdar, belavkirina plaketên bi neqşa diruşma mîhrîcanê bi dawî bûn.

(fr)

ANHA