SOHR: Dewleta Tirk ji bo vekişînê, alavên li nuqteya Morikê ji hev dike

SOHR’ê ragihand ku hêzên dewleta Tirk a dagirker ên li nuqteya çavdêriyê ya Morikê ya bejahiya bakurê Hemayê alavên xwe ji hev dikin, da ku jê bikişin.

SOHR: Dewleta Tirk ji bo vekişînê, alavên li nuqteya Morikê ji hev dike
18 cotmeh, 2020   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzên dewleta Tirk da girker ên li nuqteya çavdêriyê ya Morikê ya li bejahiya bakurê Hemayê ku di bin serweriya hikumeta Şamê de ye, alavên xwe ji hev dikin. Da ku piştre jê vekişin.
Ew nuqte jî ji nêzî 2 sal û 4 mehan ve hatiye amadekirin û nuqteya leşkerî ya mezin li bejahiya bakurê Hemayê ye.

Ev yek li gel daxuyanî û gefên dewleta Tirk ên bênavber ên ji hêla serokkomarê wê Recep Teyyîp Erdogan ve yên li dijî hêzên hikumeta Şamê, pêk tê. Erdogan ji Nîsana 2019’an de soza da hêzên hikumeta Şamê heke venekişîn, wan derxîne.

Li bejahiyên Heleb, Idlib û Hemayê hejmarek nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê hene. Enqere van nuqteyan mîna hincetan ji bo dagirkirina xaka Sûriyê bi kar tîne.

(fr)