Li Şedadê dewreyeke perwerde ya hemşîretiyê hate vekirin

Bi beşdarbûna 15 jinan, Rêxistina Rojava ya Alîkariyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê vekir.

Li Şedadê dewreyeke perwerde ya hemşîretiyê hate vekirin
18 cotmeh, 2020   13:43
HESEKÊ

Ji ber pêwîstiya navçeya bi xebatkarên tenduristiyê, Rêxistina Rojava ya Alîkariyê bi hevkariya Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê dewreyeke perwerdeyê ya hemşîretiyê vekir. 15 jin beşdarî dewreya perwerdeyê bûn. Perwerde ê 20 rojan dewam bike.

Li ser waneyên ku dê perwerdeyê de werin dayîn, endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya navçeya Şedadê Salih El-Elî diyar kir ku di perwerdeyê de dê waneyên li ser destwerdana lezgîn, pîvandina tensyonê, vekirina damaran û kişandina xwînê û gelek waneyên din, werin dayîn.

Li navçeya Şedadê xebatên tenduristiyê kêm in ji ber ku navendên  lê jî kêm in. Komîteya  Tenduristiyê bi hevkariya Desteya Tenduristiyê amadekariyên vekirina nexweşxaneyeke giştî li navçeyê dike, alavên nexweşaneyê ji sedî zêdeyî 75 peyda bûn.

AHHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sxgtb_4ApWI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>