Li Iraqê 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin

Hêzên istixbarata Iraqê îro 8 çeteyên DAIŞ'ê ku berê di nav  "Dîwan El-Cund" li parêzgeha Nîneweyê de dixebitîn, girtin.

Li Iraqê 8 çeteyên DAIŞ'ê hatin girtin
18 cotmeh, 2020   13:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Toreya El-Sumeriya, hêzên istixbarata Iraqê di daxuyaniyekê de diyar kir ku hêzên wan li herêmên cûda yên parêzgeha Nîneweyê 8 terorîst girtine.

Hêzên istixbaratê anî ziman ku kesên hatine girtin di lêpirsînê de lixwe mukir hatin ku wan di serdema serweriya DAIŞ`ê de gelek çalakiyên terorîst pêk anîne.