Li gundewarê Idlibê di navbera çete û hêzên hikumetê de şer rû dide

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker nuqteyên hêzên hikumeta Şamê bi moşekan topbaran kirin. Hemwextî hêzên hikumetê deverên li Fatêra, Kensefra û Sifohên ên başûrê Idlibê, topbaran kirin.

Li gundewarê Idlibê di navbera çete û hêzên hikumetê de şer rû dide
18 cotmeh, 2020   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro berbangê çeteyên dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundewarê başûrê Idlibê, bi moşekan topbaran kir.

SOHR`ê diyar kir ku hêzên hikumetê deverên li Fatêra, Kensefra, Sifohên, Filêfil û Bênên ên başûrê Idlibê û deverên din li Enkawî ya Sehil Xab a bakur rojavayê Hemayê ku di bin dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk  de topbaran kirin.

SOHR`ê daxuyand ku 2 endamên hêzên hikumetê li derdorê gundewarê Idlibê, ji aliyê çeteyan ve hatin kuştin. Her wiha çeteyekî girêdayî dewleta Tirk a dagirker li derdorê Çiyayî Turkmen ên gundewarê bakurê Lazîqiyê bi guleyên hêzên hikumetê hat kuştin.

(cx)