Li Afganistanê teqîn; Kuştî û birîndar hene

Li nêzî navenda polîsan li herêmê Ghor a Afganistanê erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di encamê de herî kêm 6 kes birîndar bûn û hatin kuştin.

Li Afganistanê teqîn; Kuştî û birîndar hene
18 cotmeh, 2020   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên herêmî yên Afganê diyar kirin ku îro di teqîna erebeyek bombekirî li nêzî navenda polîsan li herêmê Ghor herî kêm 4 kes hatin kuştin û 2 kes jî birîndar bûn

Ajansa Tolo ya Afganistanê li ser zimanê berdevkê waliyê Ghor Arif Abêr diyar kir ku teqîn li nêzî navenda polîsan li herêmê Fayrouzkoh pêk hat.

Rayedarên Afganî ragihand ku roja Înê 13 kes di teqînekê de li bakurê rojhilata herêma Badakhshan birîndar bûn.