Li Selahedînê 8 ciwan hatin kuştin

Li parêzgeha Selahedînê hejmarek çekdarên nenas 12 ciwan revandin, ji wan  8 kuştin û aqûbata 4 ciwanên din jî nediyar e.

Li Selahedînê 8 ciwan hatin kuştin
17 cotmeh, 2020   15:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gundê Ferhaniye a ser bi bajaroka Beled a parêzgeha Selahedînê îro hejmarek çekdarên nenas 12 ciwan revandin, ji wane 8 kuştin û aqûbata 4 ciwanên din jî nediyare.

Waliyê Selahedînê Emar Cebir Xelîl ji medya Iraqê re diyar kir ku daxwazek bi lez pêşkêşî Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdarî kiriye ku li tevahiya herêma Fefihaniye dest bi lêkolîna demildest bike.

Waliyê Selahedînê Emar Cebir Xelîl eşkere kir ku piştî çekdarên nesan 12 ciwan revandin piştî saetekê 8 kuştî hatin dîtin ku şopa guleyan ser, ser û bedewam wan hebû û got ku heta niha jî aqûbata 4 ciwanên din nediyar e.