Hevrîn Xelef li Dêrazorê hat bibîranîn

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi civînekê şehîd Hevrîn Xelef  bi bîr anî.

Hevrîn Xelef li Dêrazorê hat bibîranîn
17 cotmeh, 2020   15:26
DÊRAZOR

Bi diruşmeya "Em dagirkeriyê têk bibin..ji bo aştiyê têkoşînê bikin", Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi civînekê sekretêra giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî.

Civîn li avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya li herêma Meamîl bi tevlêbûna nûnerên saziyên sivîl û leşkerî hate lidarxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, axaftin hatin kirin. Di axaftinan de şehîd Hevrîn Xelef û hemû cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn. Her wiha siyasetên dewleta Tirk  a dagirker ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin şermezarkirin.

Di dawiya bîranînê de sînivîzyoneke li ser têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef hate pêşandan.

ANHA