Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin

Şêniyên Efrîn û Şehbayê bi meşekê nerazîbûn nîşanî peyama hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê  dan.

Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
Şêniyên Efrînê komployên li ser Şengalê şermezar kirin
17 cotmeh, 2020   15:55
ŞEHBA

Bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê li dijî peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumetên Bexda û herêma Başûrê Kurdistanê de meşiyan.

Meşvanan bi pankartên "Berxwedana Şengalê berxwedana Efrînê ye", "Na ji îxaneta navxweyî re", "Bi îradeya gelê Êzidî em ê îxanetê têk bibin û îradeya gelan pêk bînin" û "Bi rihê berxwedana Şengal û Berxwedana Serdemê em ê azadiya gelê xwe mîsoger bikin" ji ber navenda navçeya Ehdasê ber bi gundê Meret Miselemiyê yê navçeyê meşiyan.

Meş li gundê Meret Miselemiyê rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Sureya Mistefa komploya li dijî civaka Êzidî şermezar kir û bi bîr xist ku li dijî civaka Êzidî gelek ferman hatin kirin, tevî vê yekê êzidiyan serî netewand û li ber xwe da.

Sureya got:"Em nahêlin ku dîrok li dijî civaka Êzidî dûbare nebin, em ji dagirkerî û komplogeran re dibêjin ku gelê Efrînê gelê Êzidî ye, Şengal Efrîn e. Em ê hemû komployên li dijî gelê Kurd û civaka Êzidî bi taybet têk bibin."

Endama Rêveber a Yekitiya Jinên Êzidî ya Efrînê Eyşe Seydo îşaret bi vê yekê kir ku dema li dijî Şengalê komkujî hatin kirin PDK'ê û hikumeta Bexdayê li kuderê bûn?.

Di dawiyê de diruşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê hatin qîrkirin.

ANHA