Li Efrînê ҫeteyên dewleta Tirk berhemên zeytûnan didizin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundên Bêkê û Elî Cara yên navҫeya Bilbilê li Efrîna dagirkirî, berhemên zeytûnan ên gel didizin.

Li Efrînê ҫeteyên dewleta Tirk berhemên zeytûnan didizin
17 cotmeh, 2020   12:22
EFRÎN

Bi destpêkirina demsala zeytûnan li Efrînê, berhemên zeytûnan ên sivîla ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve her sal piştî dagirkirina Efrînê têne dizîn.

Ҫavdêriya Mafên Mirovan a Efrînê- Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku ҫeteyên koma El-Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk berhemên zeytûnan a welatiyê bi navê Ekaş Dawud ji gundê Bêkê ya navҫeya Bilbilê dizîn

Li gorî ҫavkanî berhemên zêdetirî 90 daran hatin dizîn.

Di heman ҫarҫovayê de, ҫeteyên Sultan Mûrad a girêdayî dewleta Tirk ji gundê Elî Cara berhemên zeytunê yê weatiyê bi navê Reşîd Ibrahîm dizîn. Hêjayî bibîrxistinê ye ku 500 darên zeytunê yên Reşîd hene.

 Li gorî ҫavkanî, ҫeteyan agahî da Reşîd Ibrahîm da ku belgeyekê ji qaşo bi navê "Meclisa herêmî" ya girêdayî dewleta Tirk bistîne ku isbat bibe, ew darên wî ne. Ev jî wekî rêbazekî nû ye ku çete berhemên daran bidizin.

 ANHA