ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ

Bi boneya salvegera yekemîn a şehadeta Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê, li kantona Hesekê civînek hate lidarxistin.

ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ
ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ
ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ
ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ
ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ
ꞌŞehîdxistina Hevrîn Xelef hedefgirtina tevahiya jinên Sûriyê yeꞌ
17 cotmeh, 2020   12:30
HESEKÊ

Îro Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê kantona Hesekê bi dirûşmeya"Em dagirkeriyê têk bibin û ji bo aştiyê tê bikoşin" Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr anî.

Bi sedan endamên saziyên sivîl, leşkerî, bi dehan endamên partiyên siyasî yên li bajêr beşdarî bîranîna şehîd Hevrîn Xelef bûn. Bîranîn  li hola Silko ya li taxa Xişman a li bajêr hate lidarxistin.

Hola bi alên Partiya Sûriya Pêşerojê, wêneyên şehîd Hevrîn Xelef û Ferhad Remezan hate xemilandin.

Di bîranînê de li ser navê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê endamê meclisê Ehmed Esad û Endamê Nivîsgeha Ciwanan a Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Lîna El-Zahir axivin.

Axîveran destpêka axaftinên xwe de şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anîn û gotin ku şehîd Hevrîn Xelef ji bo tevahiya jinên cîhanê û bi taybet jinên sûrî têkoşiya û ji bo aştiyê kar û xebat dikir.

Axîveran dane zanîn ku şehîd Hevrîn, ji bo aştiya gelan û misogeriya aştiya Sûriyê kar û xebat dikir.

Axîveran bang li rêxistinên navneteweyî kir ku têkildarî şehîdxistina Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê yên girêdayî artêş Tirk, lêpirsînê vekin.

Di dawiyê de axîveran îşaret bi armanca artêşa Tirk ji şehîdxistina Hevrîn Xelef re kir û diyar kir ku artêşa dagirker bi şehîdxistina Hevrîn xwestin tevahiya jinên Sûriyê hedef bigire.

Bîranîn bi pêşandina sinivîzyonek der barê jiyana têkoşer şehîd Hevrîn Xelef û kar û xebata wê di nav partiyê de bi dawî bû.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YSGMK0a5utc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>