Meclisa Kantona Girê Spî Rûsya ji qetilkirina zarokekî li Eyn Îsayê berpirsiyar nîşan da

Meclisa Kantona Girê Spî civaka navneteweyî û Rûsya ji kuştina zarokê bi navê Hatim Zêdan ku duh di topbarana dewleta Tirk li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûbû, berpirsiyar nîşan da.

Meclisa Kantona Girê Spî Rûsya ji qetilkirina zarokekî li Eyn Îsayê berpirsiyar nîşan da
17 cotmeh, 2020   12:07
 EYN ÎSA

Duh dewleta Tirk a dagirker navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê topbaran kiribû û di encamê de zarokê bi navê Hatim Zêdan (13) şehîd bûbû. Meclisa Kantona Girê Spî têkildarî mijarê daxuyanek da.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Kantona Girê Spî Hezai Mihemed daxuyanî xwend û destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk a dagirker ji topbaranê, belavkirina tirsê û koçberkirina şêniyên resen e.

Mihemed topbarana bê serûber a artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kir û got: " Tevî ku Amerîkayê ji bo parastina sivîlan ji bandorên şer rewşa awarte dirêjkiribû, lê Tirkiyê herêm topbaran kir."

Mihemed qetilkirina Hatim Zêdan wekî sûcekî mirovî yê hovane binav kir û anî ziman ku civaka navneteweyî li hemberî vê yekê bêdeng e û wiha domand: " Rûsya berpirsiyara vê sûcê hovane ye, ji ber ku li gorî lihevkirinên hatine îmzekirin hêzên Rûsyayê li noqteyên nêzî eniyên şer bicih bûne û çavdêriya zêdegaviyên dewleta Tirk dike."

Mihemed Bang li Komkara Ereb jî kir ku li hemberî kiryarên Tirkiyê yên dermirovî li dijî gelê Sûriyê, divê helwesteke erebî û navneteweyî ya hevbeş hebê.

Hezai Mihemed bang li şêniyan jî kir ku yekdest bin û rê li dagirkirina Tirkiyê ji herêmên nû yên Sûriyê re bigirin û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê, rawestînin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XD9CMbO2ac4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>