Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê bi bîr anîn. Beşdarên merasima bîranînê soza şopandina rêya şehîdan û tunekirina dagirkeran dan.

Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
Li Til Temirê 18 şehîdên Berxwedana Rûmetê hatin bibîranîn
17 cotmeh, 2020   10:48
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Temirê ya girêdayî Hesekê 18 şehîdên YPG`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê ku di meha Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbûn, bi merasimekê bi bîr anîn.

Malbatên şehîdan, endamên partiyên siyasî, endamên meclisên sivîl û bi dehan şervanên hêzên leşkerî beşdarî merasima bîranînê ya li Qada Meclisa Malbatên Şehîdan a li navçeyê bûn. Beşdaran wêneyên şehîdan rakirin.

Merasim bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Welat Ehmed, endama Kongreya Star Fatima Ehmed û bi navê hêzên leşkerî Mihemed Hesen axivîn.

Axaftvanan sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û destnîşan kirin ku şehîdên rûmetên ji bo parastina xak û şerefa xwe, xwe feda kirin.

Her wiha axaftvanan yekemîn salvegera dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin.

Malbatên şehîdan jî axivîn û zarokên xwe ku di oxira parastina xak û rûmeta xwe de şehîd bûne, bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan dan.

Helbestvan Nalîn Yûnis jî helbest li ser şehîdan xwend û merasima bîranînê bi dirûşmeyê dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedanê, bi dawî bû.

(cx)

ANHA