Alîgirên Heşd Şebî navendeke PDK`ê li Bexdayê şewitandin

Vê sibehê hin xwepêşandêrên alîgirên Hêzên Heşd Şebî navendeke PDK`ê li Bexdayê şewitandin.

Alîgirên Heşd Şebî navendeke PDK`ê li Bexdayê şewitandin
17 cotmeh, 2020   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala Sumeriyê News ragihand ku vê sibehê piştî ku hin xwepêşandêran bi ser navenda Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li navrasta Bexdayê de girtin, dûman bilind bû.

Ev yek wekî bersivdayîna daxuyaniyên endamê partiye Hoşiyar Zîbarî ku êrişî Hêzên Heşd Şebî kiribû, pêk hat.

Zîbarî beriya du rojan di hevpeyvîneke bi kenala El-Hurrayê re, bang li serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku Iraqê ji Heşd Şebî paqij bike.

 (cx)