Li Bexdayê berpirsekî DAIŞ û 3 alîkarên wî hatin girtin

Istixbarata Iraqê piştî demeke dirêj ji şopandinê, berpirsê "Nivîsgeha Zekat a DAIŞ`ê" û 3 alîkarên wî yên li herêmên cuda yên li Bexdayê girtin.

Li Bexdayê berpirsekî DAIŞ û 3 alîkarên wî hatin girtin
17 cotmeh, 2020   10:57
NAVENA NÛÇEYAN

Istixbaratê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku istixbarata polîsên federal a Wezareta Karên Hundirîn, berpirsê nivîsgeha Zekat a bi  navê Wîlayeta Rewah-Aliyê Firat û 3 alîkarên wî li herêmên Dora û taxa Camia yên parêzgeha Bexdayê girtin.

Istixbaratê  di daxuyaniyê de piştrast kir ku di lêpirsînên destpêkê bi kesên hatine girtin re, li xwe mukir hatin ku ew girêdayî komên sûcdar in û li dijî hêzên ewlekariyê û welatiyan gelek operasyon pêk anîne.

(eh)