Kongresê cerbandina dewleta Tirk ji moşkên S-400 re şermezar kir

Du endamên kongresê ceribandina dewleta Tirk ji moşekên S-400 a rûsî re şermezar kirin û bang li welatên xwe kirin ku yekser dewleta Tirk ceza bikin. Her wiha piştrast kirin ku Eneqera guh nade bangewaziyên rêveberiya Trump.

Kongresê cerbandina dewleta Tirk ji moşkên S-400 re şermezar kir
17 cotmeh, 2020   09:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamên kongresa Aamerîkayê Robert Menendez û Jim Rich ceribandina dewleta Tirk ji sîstema moşekên Rûsyayê S-400 li ser deryaya Reş, şermezar kirin.

Endamê Komîteya Karûbarên Derve yê Kongresê Robert Menendez wiha got: “Cerbandina dewleta Tirk ji sîstema S-400` re, nişana dide ku Enqera guh nade bangewaziyên rêveberiya Trump.”

Menendez nêzîkatiyên seroka Trump li hemberî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi gefeke xeternak li ser ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê bi nav kir û banga cezakirina dewleta Tirk kir.

Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Kongresê Jim Rich jî cerbandina dewleta Tirk ji moşekên rûsî re bi “rêbazekî nayê qebûlkirin” bi nav kir.

Rich diyar kir ku ev gava dewleta Tirk zirarê digihîne NATO`yê û li ser bernameya balafirên F-35 û sîstemên din ên girêdayî Amerîka û NATO`yê, xeteriyê çêdike.

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê “Pentegonê” jî ragihand ku divê sîstema S-400 neyê xebitandin.

(cx)