Meclisa Ewlehiyê li ser nakokiyên navbera Azerbêcan û Ermenistanê civînekê lidar dixe

Çavkaniyekî ragihand ku Meclisa Ewlehiyê ya girêdayî NY`yê dê roja duşemê civînek girtî de der barê şerê Qerebaxê lidar bixe.

Meclisa Ewlehiyê li ser nakokiyên navbera Azerbêcan û Ermenistanê civînekê lidar dixe
17 cotmeh, 2020   08:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Meclisa Ewlehiyê ji ajansa RIA Novosti ya rûsî re ragihand ku Meclisa Ewlehiyê têkildarî şerê li Qerebaxê di 19`ê Cotmehê de wê civîneke girtî lidar bixe.

Li gorî çavkanî, civîn li ser daxwaza Rûsya, Fransa, Amerîka û welatên Koma Minsk tê lidarxistin.