Almanya tevgerên dewleta Tirk li deryaya Spî şermezar kir

Şêwirmenda Almanya Angela Merkel kiryarên dewleta Tirk li rojhilata deryaya Spî şermezar kir û ew wekî şantaj bi nav kir.

Almanya tevgerên dewleta Tirk li deryaya Spî şermezar kir
17 cotmeh, 2020   08:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Merkel di lûtkeya Yekitiya Ewropayê ya li Brukselê de ku duh hatibû lidarxistin, ji rojnamevanan re got: "Me li hev kir ku kiryarên  yekalî yên dewleta Tirk pê radibe şantaj e. Di encamê de asta rageşiyê zêde dike şûna ku wan kêm bike, ev nêzîkatî şaş in û ne pêwîst in."

Serokê Meclisa Ewropayê  Charles Michel jî axivî û da zanîn ku ew şantajên ji hêla dewleta Tirk ve pêk tên, şermezar dikin û lêgerîna Engereyê li gazê li rojhilatê deryaya Spî rexne kir.