Şandeyeke payebilind a Siwêdê gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Beriya çend kêliyan şandeyeke payebilind a Wezareta Derve ya Siwêdê gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dê hevdîtinan bi rayedarên Rêveberiya Xweser re pêk bîne.

Şandeyeke payebilind a Siwêdê gihîşt Bakur û Rojhilatê Sûriyê
17 cotmeh, 2020   08:44
QAMIŞLO

Di çarçoveya serdanên dîplomatîk û mirovî yên şandeyên hikumetên biyanî yên fermî û ne fermî ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û di rêzehevdîtinên wan bi rayedarên Rêveberiya Xweser û fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk re, beriya çend kêliyan şandeyeke Wezareta Derve ya Siwêdê di dergeha Sêmalka re gihîşt herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Şandeya ji Siwêdê ji nûnerê taybet ê Wezareta Derve li Siwêdê Bear Ornius, berpirsê doza mirovî û alîkariyan ê Wezareta Derve ya Siwêdê Thomas Marcus û şêwirmenda peymangeha Aştiyê ya Ewropayê Evîn Çetîn, pêk tê.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Kiêt, endamên Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Sena Deham û Ebdulrehman Silêman, nûnerê Rêveberiya Xweser ya dewletên Skandînavya  Şiyar Elî û rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a dergeha Sêmalka Baz Ehmed, şande pêşwazî kir.

Piştî ku şande derbasî herêmê bû, tevî şandeya ku ew pêşwazî kiriye berê xwe da bajarê Qamişlo.

Li gorî çavkaniyên ji Daîreya Têkiliyên Derve, dê şandeya Siwêdê rêzecivînan bi deste û rayedarên Rêveberiya Xweser û fermandarên QSD`ê re pêk bîne.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_kkZOCBtjuw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>