Şandeya Şengalê li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê civiya

Şandeya Şengalê bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê re li Herêma Kesk a Bexdayê civiya. Endamên şandeyê destnîşan kir ku li ser peymana Bexda û Hewlêrê nerazîbûnên xwe anîne ziman û daxwazên xwe pêşkêş kirine.

Şandeya Şengalê li gel Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê civiya
15 cotmeh, 2020   11:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Şengalê ku ev 2 roj e li Bexdayê hevdîtinan dike, bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê re rûnişt.

Şandeya ku ji rûspî û nûnerên saziyên Şengalê pêk tê û piştî peymana di navbera Bexda û Hewlêrê de li dijî Şengalê hatibû îmzekirin, duh ji bo rêzehevdîtinan çûbû Bexdayê. Şandeya duh çend hevdîtin pêk anîn, îro jî bi Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê re rûnişt.

Hevdîtin li Herêma Kesk li gel cîgirê fermandarê giştî yê Operasyonên Hevbeş a Iraqê General Ebdul Amir Ala El-Şemerî re hat pêkanîn.

Endamên şandeyê destnîşan kir ku wan di hevdîtinê de li ser peymana hatiye îmzekirin, nerazîbûnên xwe anîne ziman û daxwazên xwe pêşkêş kirine.

Endamên şandeyê got General Ebdul Amir Ala El-Şemerî jî piştgiriya xwe ji bo şandeyê aniye ziman û bal kişandiye ser ku ew peymana li dijî Şengalê qebûl nakin.

ANHA