Şêniyên Reqayê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan

Ji bo bîranîna salvegera yekemîn a şehadeta sekretera giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi sedan şêniyên bajarê Reqayê bi dirûşma “Tunekirina dagirkeriyê têkoşîna ji bo aştiyê” daketin qadan.

Şêniyên Reqayê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan
Şêniyên Reqayê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan
Şêniyên Reqayê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan
Şêniyên Reqayê ji bo bîranîna şehîd Hevrîn Xelef daketin qadan
15 cotmeh, 2020   11:10
REQA

Li ser bangewaziya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi hezaran şêniyên bajarê Reqayê û gundewarên wê, endamên meclisên herêmî, endamên Rêveberiya Jinan a Reqayê, endamên Meclisa Sivîl a Reqayê û rûspiyên Reqayê meşiyan.

Xwepêşendanan li qada Itfaiyê ya li bajêr kom bûn. Wêneyên şehîd Hevrîn Xelef, şehîd Ferhad Remedan, alên Partiya Pêşeroja Sûriyê û pankartên “Na ji dagirkeriya Tirk re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê”, “Em dagirkeriyê tune bikin û şoreşê biparêzin” û “Bi vîna jinên azad em ê dagirkeriyê tune bikin” hildan.

Meş li ber Parka Şehîd Hevrîn Xelef rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Rîm El-Musa bi navê partiyê şaxê Reqayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku sekretera giştî ya partiyê Hevrîn Xelef di encama kemîna çeteyan de û plana dewleta Tirk a faşîst de hate şehîdxistin û hezkiriyên partiyê û şêniyên Reqayê vê kiryara hovane şermezar dikin. Di berdewama daxuyaniyê de helwestên rêxistinên mirovî û hiqûqî li hemberî doza Hevrîn Xelef hate şermezarkirin û banga darizandina sûcdaran hate kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina Sûriye pirreng, demokratîk û nanavendî hate dayîn.

Meş bi berzkirina sloganên şermezarkirina binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û silavkirina têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(şx)

ANHA