Fermandarekî Hûsiyan ê payebilind hate kuştin

Hêzên hevbeş ên li rojavayê Yemenê da zanîn ku duh fermandarekî Hûsiyan ê payebilind ku berê li Îranê perwerde dîtibû, di êrişên li başûrê bajarê El-Hedîdê de hatiye kuştin.

Fermandarekî Hûsiyan ê payebilind hate kuştin
15 cotmeh, 2020   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya leşkerî ya Hêzên Hevbeş bi daxuyaniyekê diyar kir ku komên Hûsiyan ên girêdayî Îranê bi kuştina fermandarê Hûsiyan ê payebilind Ebû El-Betûl El-Eqhomî li berava rojava, derbeyeke giran xwar.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku El-Eqhomî yek ji fermandarên payebilind ên komên Hûsiyan bû ku berê li Îranê perwerde dîtibû û yek ji kesên nêzî lîderê Hûsiyan Ebdul Malik El-Hûsî bû.