Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin

Rêveberiya Giştî ya Dibistanan a Kantona Hesekê baxçeyekî zarokan bi navê Şehîd Liyan vekir.

Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin
Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin
Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin
Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin
Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin
Li Hesekê baxçeyekî zarokan hat vekirin
15 cotmeh, 2020   11:40
HESEKÊ

Di destpêka sala perwerdeyê ya 2019-2020'an de û ji ber piranî mamosteyan zarokên wan biçûk in, Rêvebiriya Giştî ya Dibistanan li Kantona Hesekê bi navê Şehîd Liyan baxçeyek zarokan li taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê vekir.

Baxçe zarokên ji temenê 3 salî heya 5 salî pêşwaz dike, ji seat 8'ê sibehê baxçe tê vekirin heta saet 12’ê nîvro. Armanc ji vekirina baxçeyê ew e ku bi mamosteyan û dayikên karmend re bibe alîkar.

Hejmara zarokan li Baxçeyê Şehîd Liyan gihîşt 54 zarokan (keç û xort), her wiha deriya tomarkirinê ji bo pêşwazîkirina zarokan hê jî vekirî ye.

Baxçe ji 6 refan û 5 mamosteyan pêk tê. Di baxçeyê de, zarok fêrî zimanî dayikê dikin anku kurdî û erebî û fêrî wênexêziyê dibin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Dibistanên Kantona Hesekê Jînda Ehmê di merasîma vekirinê de axivî û vekirina baxçeya zarokan li malbatan pîroz kir.

Jînda Ehmê destnîşan kir ku salek perwerde dijwar derbas bû, her wiha ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û belavbûna vîrusa koronayê li herêmê dibistan demeke dirêj hatin girtin.

Ehmê diyar kir ku armanca wan ji vekirina baxçeyê zarokan a bi navê Şehîd Liyan ew e ku behreyên zarokan geş bikin û zarok fêrî zimanê dayikê bibin.

ANHA