​​​​​​​Serokkomarê Qirxizistanê îstifa kir

Serokkomarê Qirxizistanê Sooronbay Ceenbekov piştî aloziya siyasî ya piştî hilbijartinan rû da, îstifa kir.

​​​​​​​Serokkomarê Qirxizistanê îstifa kir
15 cotmeh, 2020   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serokkomarê Qirxizistanê Sooronbay Ceenbekov got: "Ez xwe li desthilatdariyê asê nakim. Naxwazim bibim serokkomarek ku guleyan li welatiyên xwe direşîne û bi vî rengî naxwazim bikevin dîroka Qirxizistanê."

Ceenbekov hefteya derbasbûyî diyar kiribû ku dema welat aram bû ew dikare xwe ji desthilatdariyê vekişîne û roja Çarşemê jî gotibû ew ê li benda encamên hilbijartineke nû be.

Di 4'ê Cotmehê de bi hinceta ku di hilbijartinê de hîle hatiye kirin û deng hatine kirîn, çalakiyên şermezarkirinê dest pê kiribûn û komên muxalîf ên cuda gelek avahiyên cemaweriyê dagir kiribûn.

Di dawiya dawî de serokkomar bi zexta serokwezîrê nû Sadir Carapov îstifa kir. Serokwezîrê neteweperest ê ji aliyê parlamentoyêê ve hate hilbijartin, dixwest ku Ceenbekov tavilê îstifa bike.