Li Eyn Îsayê şaneyeke îstixbaratê ya girêdayî hikumeta Şamê hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li navçeya Eyn Îsayê şaneyeke îstixbaratê ya girêdayî hikumeta Şamê girt. Hate zanîn ku endamên şaneyê hewl dida fitneyê di navbera gelên herêmê de belav bikin û şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser sor bikin.

Li Eyn Îsayê şaneyeke îstixbaratê ya girêdayî hikumeta Şamê hate girtin
15 cotmeh, 2020   10:34
EYN ÎSA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn duh li navçeya Eyn Îsayê bi hevkariya şêniyan, şaneyeke girêdayî hikumeta Şamê girt.

Şane ji 3 kesan pêk tê, erka endamên wê jî, tevliheviyê li herêmê belav bike, şêniyan li dijî Rêveberiya Xweser û hêzên ewlekariyê sor bike.

Her wiha şaneyê agahiyên girêdayî nuqte û tevgerên leşkerî yên QSD`ê radigihandin îstixbaratên li Şam û Hemayê.

Di vê dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîna xwe li dijî şaneyên îstixbaratê yên girêdayî hikumeta Şamê û dewleta Tirk li herêmê zêde kir. Di çend mehên dawîn de şaneyeke girêdayî dewleta Tirk li Minbicê hate girtin û 2 şaneyên girêdayî hikumeta Sûriyê li bajarê Reqayê hatin girtin.

(şx)

ANHA