Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin

Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhiltê Sûriyê hewl da bi rêya vekirina dibistanan li kampan, xwendina zarokên ji Serêkaniyê û Girê Spî ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker hatine koçberkirin, berdewam bikin.

Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin
Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin
Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin
Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin
Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin
Li kampên koçberan dibistan hatin vekirin
15 cotmeh, 2020   09:41
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM-BASIL REŞÎD

Sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê di êrişên 9’ê Cotmeha 2019’an ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nêzî 68 hezar xwendekar ji xwendinê mehrûm kirin.

Piştî koçberiya bi darê zorê ya şêniyên Serêkaniyê û avakirina kampê ji wan re li Hesekê, Rêveberiya Xweser li kampê yekser dibistan ji xwendekaran re vekir da ku xwendina xwe temam bikin.

Bi destpêkirina sala xwendinê ya 2019-2020’an re, li gel kedên Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Hesekê û bi hevkariya bi Rêveberiya Xweser re, xebata perwerdeyê li kampa Waşûkanî beriya 2 hefteyan dest pê kir.

Hevserokê dibistanên kampa Waşûkanî Mihemed Haco got: "Me gelek tedbîrên pêşîlêgirtina berbelavbûna vîrusa Koronayê ji bo xwendekaran girtine. Ji wan tedbîran jî ya bênavber, ji her saetekê xwendekaran li ser xetereyên vîrusa Koronayê, çawaniya berbelavbûnê û veguhastinê ji kesekî ber bi kesekî ve, pêkanîna dûrketina civakî û pêwîstiya dezenfektekirina destan a domdar, fêr dikin."

Hejmara xwendekaran li dibistana kampa Waşûkanî zêdetirî 2 hezar û 400 e. Her wiha 135 mamoste jî xebata perwerdekirinê dimeşînin.

Gerînendetiya Perwerdeyê ya Hesekê bi hevkariya rêveberiya kampê, ji ber hejmara zêde ya şagirtan dibistanek ji xwendekarên seretayî, navîn û amadehî re vekir.

Haco destnîşan kir ku ew gelek azaran ji ber kêmbûna odeyan li beramber hejmara mezin a xwendekaran dikişînin. 7 ode ji merheleya seretayî re, 6 ode ji merheleyên navîn û amadehî re hene.

Da ku xwendekar tevahî waneyan bi awayekî birêxistinkirî bibin, ji fêrbûnê bi dûr nekevin, dewam dabeşî çar demên li pey hev bûn û wiha ne; merheleya seretayî du beş û her yek jî 2 saet, ji merheleya navîn û amadehî re jî 3 saet.

Der barê pêdiviya dibistan û alîkariyên tên pêşkêşkirin de Mihemed Haco wiha destnîşan kir: "Heta niha ji aliyekî fermî yan jî rêxistina mirovî ya xwendekaran tu alîkarî nehatiye pêşkêşkirin. Tenê Komeleya Rojava hejmarek ji çenteyên dibistanê pêşkêş kirin. Par Komeleya Helpe ya Kurdistanê û hin ciwanên Kurd ên li Swêdê hin alîkarî pêşkêş kirin, heta niha jî alîkariyê pêşkêş dikin."

Li gorî Haco, dibistan û xwendekarên kampa Waşûkanî azara kêmasiyên mezin ên pêdiviyan dikişînin, ji lênûsk, pênûs, çente û cilên dibistanê.

Hevserokê dibistana kampa Waşûkanî Mihemed Haco bang li Rêveberiya Xweser kir ku girîngiyê bidin tevahî merheleyên perwerdê yên di hundirî kampa Waşûkanî de, alîkariyan pêşkêş bikin.

'LI KAMPA NEWROZ 75 XWENDEKAR'

Li kampa Newroz a bajarê Dêrikê zêdetirî sed malbatî ku bi darê zorê ji bajarên Serêkaniyê û Girê Spî koçber bûne, dimînin. Di nav de nêzî 75 zarokên di temenê xwendinê de ya her du astan hene.

Dibistana kampê ji hêla mamosteyên pispor ên zimanên kurdî û erebî tê birêvebirin, 3 mamoste ji penaberên Serekaniyê û gundewarên wê ne û yên din jî ji Dêrikê ne. Xwendekar li gorî astan, li ser du beşan hatine veqetandin. Her wiha xwendekar li ser metiryalên wekî metiryalên ku li dibistanên herêma Cezîrê tê dayîn, perwerde dibin.

Rêveberiya kampê û navenda perwerdeyê hemû pirtûk û pêwîstiyên xwendekaran peyda kirin.

Di vê çarçoveyê de, mamosteyên ku perwerde didin, anî ser ziman ku vegera xwendekaran li dibistanan, ji hêla xwendekar û malbatên wan ve rastî kêfxweşiyekê hat. Mamosteyan diyar kir ku vekirina dibistanan ji bo sivikirina êşên xwendekaran wê bibe alîkar û bandoreke neyînî wê li ser derûniya zarokan çêke.

(fr)

ANHA