Li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 115 kesên din bi koronayê ketin û 2 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ji nav nexweşiyên koronayê 2 kes mirin û 14 kes jî baş bûn.

Li herêmên Bakur û Rojhilata Sûriyê 115 kesên din bi koronayê ketin û 2 jî mirin
15 cotmeh, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku 2 kesên mirine mêr in ji Girkê Legê ne.

Mistefa da zanîn ku 115 kesên din bi koronayê ketine, ji wan 62 mêr in û 53 jin in û li van herêman ne:

Reqa: 42

Hesekê: 11

Qamişlo: 15

Dêrîk: 9

Girkê Legê: 2

Rimêlan: 1

Çilaxa: 1

Tirbespiyê: 1

Amûdê: 1

Dirbêsiyê: 1

Kobanê: 17

Tebqa: 7

Minbic: 7

Mistefa destnîşan kir ku 14 kesên  ku bi koronayê ketibûn jî baş bûne.

Bi van daneyan  hejmara pêketiyên koronayê gihaşt 2 hezar û 632 kesan, ji wan 88 kesan jiyana xwe ji dest daye û 609 kes jî baş bûne.

ANHA