Li Qamişlo çalakiyên hunerî yên şermezarkirina sûcên dewleta Tirk

Bi dirûşma “Na ji dagirkerî û qirkirinê re… bi hev re jinê û jiyanê biparêzin” îro Tevgera Civaka Demokratîk bi sponseriya Kongreya Star ji bo şermezarkirina êriş û sûcên dewleta Tirk û redkirina komploya navneteweyî û tecrîda ku li rêber Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, çalakiyeke hûnerî li parka Avesta li taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

14 cotmeh, 2020   18:02
QAMIŞLO

Di çalakiyê de wêneyên fotografî yên Şopdarên Rojê yên girêdayî sûc û binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî zarokan û jinan, êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî û berxwedana şervanan li hemberî êrişan, hatin pêşandan.

Piştî deqeya rêzgirtin, koma Serêkaniyê, koma Stêra Zêrîn, koma Til Koçer, koma Alîna ya girêdayî navenda Aram Tîgran a Rimêlanê, stranên şoreşgerî, yên girêdayî têkoşîn û berxwedanê pêşkêş kirin.

Paşê koma Sarya Baran a girêdayî Kevana Zêrîn şanoyek girêdayî tundiya li dijî jinan pêşkêş kirin.

Piştî bidawîbûna çalakiyan, endama Tevgera Kevana Zêrîn Bêrîvan Osê axivî û diyar kir ku Kongreya Star û rêxistinên jinan li dijî fikrê qirkirin û dûrxistinê yê ku dewleta Tirk li dijî jinan û gelan dimeşîne, dest bi pêngavekê kiriye. Da ku dengê jinan ragihîne cîhanê û ev çalakî di çarçoveya vê pêngavê de hate lidarxistin.

Bêrîvan di dawiyê de got: “Tevahiya hewldanên dewleta Tirk dê bin kevin, madem jin ji bo ku mafên xwe bi dest bixin û rûmeta xwe biparêzin têdikoşin.”

(şx)

ANHA