Îlham Ehmed, ji ber helwesta wê spasiya Wezîra Swêdê kir

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed spasiya helwesta Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy kir. Ann Lindy ji dewleta Tirk Xwest ku ji Sûriyê vekişe.

Îlham Ehmed, ji ber helwesta wê spasiya Wezîra Swêdê kir
14 cotmeh, 2020   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Îlham Ehmed bi twittekê li ser hesabê xwe wiha got: "Em spasiya Wezîra Karên Derve ya Swêdê birêz Ann Lindy a der barê daxwaza wê ji Tirkiyê ya vekişîna ji Sûriyê de dikin."

Îlham Ehmed destnîşan kir ku Wezîra Swêdê piştevaniya xwe ji şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re raber kir. Ew jî helwesteke mezin e ku ji jineke bihêz û parêzvana çalak a mafên mirovan derketiye.

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Ann Lindy, duh, bangên ji Dewletên Yekitiya Ewropayê re yên vekişîna dewleta Tirk a hêzên xwe ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dubare kirin.

Ann Lindy di civîna li gel hempîşeyê xwe yê Tirkiyê Mevlûd Çavuşoglu wiha gotibû: "Helwesta bihêz a Yekitiya Ewropayê wek xwe ye. Ew di hişyarkirina dewleta Tirk a vekişînê de berdewam in."

(fr)

ANHA