Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin

Bi dirûşma" Bajarê Reqayê hêviyeke rojane ye nû dibe" Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê mîhrîcaneke" stranên folklorî li naverasta sûka bajêr li dar xist.

Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
Li Reqayê çalakiyên stranên folklorî di roja sêyemîn de didomin
14 cotmeh, 2020   18:19
REQA

Mîhrîcana stranên folklorî di roja sêyemîn de li Reqayê berdewam e. Mîhrîcan bi beşdariya bi dehan hunermend, helbestvan, xwendekarên bajêr ên ku bi şanoyê beşdarî mîhrîcanê bûne, li dar ket.

Çalakiyên roja sêyemîn ên mîhrîcanê bi axaftina endamê Komîteya Pewerde û Fêrkirinê Elî Salih dest pê kir. Salih di axaftina xwe de beşdar, tîmên beşdar û xwendekarên Reqayê pêşwaz kir.

Piştre tîma hunerên gel a Reqayê stranên folklorî yên cur bi cur ên mîrasa Reqayê pêşkêş kirin.

Çalakiyên roja sêyemîn ên mîhrîcanê bi pêşkêşkirina Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya xelatên sembolîk ji astengdarên Reqayê re bi dawî bûn.

Çalakiyên mîhrîcanê heta du rojên dîtir li dar dikevin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2RZNuaJy_y0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>