Şandeyek ji nûnerên Şengalê çû Bexdayê

Şandeyek ku ji nûnerên sazî û dezgehên Şengalê û rûspiyê Şengalê pêk tê, ji bo rêzehevdîtinên bi rayedarên hikumeta Iraqê re, çû Bexdayê.

Şandeyek ji nûnerên Şengalê çû Bexdayê
14 cotmeh, 2020   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Şande îro gihaşt Bexdayê û tê payîn ku bi rayedarên Iraqê re hevdîtinan pêk bînin.

Heta niha der barê naveroka hevdîtinan de agahiyên berfireh nehatine parvekirin.

Di 9'ê Cotmehê de rêveberiya Hewlêrê û hikumeta Bexdayê li ser Şengalê peymanek çêkiribû. Di vê peymanê de rêveberî û hêzên ewlehiyê ku niha li Şengal li ser kar in, hatibûn paşguhkirin. Lewre hem gelê Şengalê hem jî rêveberî, sazî û dezgehên Şengalê ev peyman li dijî îradeya xwe dîtibû û nerazîbûn nîşan dabû.